Sûîqesta li dijî rojnamevana ji Maltayê
Di sala 2017’an de li Maltayê rojnamevan Daphne Carûama Galîzîa hatibû qetilkirin. Malbata wê û saziyên civakî yên sivîl xwestin ji veberhênanên bi guman derbarê bankayên Fransayê bila lêpirsîn were vekirin.
Di sala 2017’an de li Maltayê rojnamevan Daphne Carûama Galîzîa hatibû qetilkirin. Malbata wê û saziyên civakî yên sivîl xwestin ji veberhênanên bi guman derbarê bankayên Fransayê bila lêpirsîn were vekirin.
Di sala 2016’an de Belgeyên Panamayê hatibûn eşkerekirin. Di nav van belgeyan de rojnamevan Daphne Carûama Galîzîa jî têkiliyên qirêj ên li Maltayê lêkolîn dikir. Di sala 2017’an de bombe xistin wesayîta vê rojnamevanê û ew qetil kirin. Galîzîa dema ser van nelirêtiyan lêkolîn dikir, şîrketeke Yorgen Frenech bertîl dabû hin endamên hikumetê.
Derketibû holê ku şîrketa bi navê ’17 Black’ bertîl dabû Sekreterê Kabîneya Serokwezîrtiyê ya Maltayê Keîth Schemberî û yek ji wezîrê kevn ê enerjiyê Konrad Mîzî jî hebû. Yorgen Fenech 2 milyon eûro pere ji van kesan re şandibû.
Ji aliyê Dozgeriya Malî ya Neteweyî ya Fransayê (PNF) lêpirsîn hate destpêkirin û li ser bertîlan lêkolîn tê kirin.
Saziya civakî ya sivîl Daphne Carûna Galîzî Foûndatîon û Sherpa ya ku malbata Galîzîa ava kirine, dixwazin li ser banka û şîrketên veberhênanê jî lêkolîn were kirin.
Di serlêdana gilîkirinê de tê xwestin ku li ser bankayên Fransayê BNP Paribas, Socîete Generela, Natixis û CIC’ê jî lêpirsîn were destpêkirin. Tê diyarkirin ku van banka û şîrketan jî sûcên hevkariya sûc û veşartina belgeyan kirine.