Sudanî: Em qebûl nakin tu welatek gefê li Iraqê bixwe

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di lûtkeya Bexdayê ya li Urdunê dest pê kir de axivî û got: “Em qebûl nakin tu welatek gefan li Iraqê bike.“

Li paytexta Urdun Emanê 2’emîn Lûtkeya Bexdayê bi sernavê “Piştgirî û Aştî“ bi beşdariya Serokkomarê Fransayê û serokên gelek welatên Rojhilata Navîn dest pê kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî di lûtkeyê de axivî û got: "Em hêvîdar in ku ev lûtke encamên baş û hêviyên mezin bi xwe re bîne. Em li benda alîkariya welatên din in ji bo vegerandina pereyên Iraqê.

Sudanî bal kişand bi ser astengkirina ava ku ji aliyê Tirkiye û Îranê ve tê Iraqê û wiha got: “Em ji ber tîbûnê di bin xeteriyeke mezin de ne. Pirsgirêka me ya avê bi Tirkiyeyê re heye. Em daxwaz dikin ku Tirkiye para Iraqê bide Iraqê."

Sudanî têkildarî binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve jî axivî û got: “Em naxwazin tu welatek sînorê welatekî din binpê bike. Her wiha em qebûl nakin tu welat li welatê me gefan bixwe.“