Statuya 'mirov' dan çemên Ganj û Yamûna
Eyaleta Ûttarakhan a li bakurê Hîndîstanê, ji bo pêşî li gemarîbûna her du çemên pîroz ên li welêt bigire, statuya 'mirov' da van çeman. Çemê Ganj yek ji wan çeman e ku herî zêde tê gemarîkirin.

Bi dayîna nasnameyeke zindî ji bo çem re hewl tê dayîn, hesasiyeta mirovan a li pêşberî hawirdorê bê zêdekirin.
Dadgeheke Edaletê statuya 'mirov' da her du çeman û vî rengî hewl dide pêşî li gemarîbûna 2 ji 7 çemên pîroz bigire.
Piştî ku ava çemên Ganj û Yamûna tê paqijkirin, ji 19 mîlyon kesî re ava vexwarinê tê dayîn.
Dadgeha Bilind a Ûttarakhandê hikum da, ku pêwîstiya her du çeman li hemberî hewldanên qirêjkirinê yên mirovan, bi parastinê heye. Û wezîfedarên ji bo parastinê jî hat diyarkirin.
Li vê eyaleta li bakurê Hîndîstanê, gemarîkirina ava pîroz weke êrîşa li mafên şexsî tê dîtin.
Li Zellanda Nû jî, çend roj berê nasnameya zindî ji çemê Whanganûî hat dayîn û bi vî rengî karê ji bo parastinê hat destpêkirin. Her wiha du kes jî ji bo parastina çem hatin wezîfedarkirin.