SPD wê gavê wê di nava ‘Koalîsyona Mezin’ de bimîne

Delegeyên kongreya Partiya Sosyal Demokrat a Almanya ku rêveberiya xwe ya nû hilbijartiye, wê gavê biryar dane ku koalîsyona ku bi CDU ya Angela Merkel re avakirine bidomînin.

Tê zanîn ku hevserokên nû yên SPD’yê Saskia Esken û Norbert Walter-Borjans dijberê hevhatina koalîsyona ku destpêka sala 2018’an bi Partiya Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU) avakirine ne.

Encex di kongreya ku niha li Berlînê didome de delegeyan biryar dan ku wê gavê koalîsyona mezin ya ku bi CDU û partiya birayê wê ango Partiya Yekîtiya Sosyal a Xirîstiyan (CSU)’yê avakirine re bidomînin.

Bi biryara ku bi kêmekî zêdetir ji niviya dengên delegeyan hate girtin, rêveberiyên nû yê partiyê ji bo ku derbarê hinek mijaran de bi CDU û CSU re muzakere bikin dem hate dayîn.

Hevserokên nû yên SPD’ê Saskia Esken û Norbert Walter-Borjans, weke partiya ku di sala 2005’an de tevlî ‘koalîsyona Mezin’ bû û ji bilî salên 2009-2013’an, bi CDU-CSU’yê re welat birêve dibe her ku diçe hêza xwe wenda kiriye, lewre dixwazin pêşî lê wendakirina hêza partiyê bigirin. Ji salên 2000 û pê ve SPD ku bi berdewamî dişemitî milê rastgerayîyê, niha li gorî anketan rêjeya dengên wê ji sedî nêzî 15’an e û daketiye biniya rêjeya dengên Kesk’an.