SPD a bi pêşengiya Martîn Schûlz li Saarlandê têk çû
Di hilbijartinên eyaleta Saarlandê de, ku beriya hilbijartinên Meclîsa Federal ên meha Îlonê weke testekê bû, partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU bi ser ket.
Di hilbijartinên eyaleta Saarlandê de, ku beriya hilbijartinên Meclîsa Federal ên meha Îlonê weke testekê bû, partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU bi ser ket.
Di hilbijartinên Parlamenta Eyaleta Saarlandê de, Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU), zêdeyî dengê dihat hêvîkirin stand. Bi vî rengî hat nîşandan, ku di asta federal de bandora namzetiay Martîn Schûlz li ser Partiya Sosyal Demokrat (SPD) nîne.
Di hiblijartinê de, ku beşdarî li gorî serdema beriya niha zêdetir bû, CDU rêjeya dengê xwe li gorî sala 2012'an bi 5,5 pûanan zêde kir û gihand ji sedî 40,7'an. SPD'ê jî pûanek kêm kir û daket ji sedî 29,6.
Partiya Çep (Dîe Lînke) ku bi namzetiya Oskar Lafontaîne re xwest li vê eyaletê ji nû ve gaveke xurt bavêje, bi 3,2 pûanan kêm kir û daket ji sedî 12,9'an.
Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD), ku bi gotinên xwe yên li dijî koçberan û Yekîtiya Ewropayê di dema dawî de derket pêş, bi rêjeya ji sedî 6,2'an cihê xwe di nava Parlamenta Eyaleta Saarlandê de girt. Di anketan de heta meha Çileyê jî dihat texmînkirn ku AfD ji sedî 10 ê dengan digire.
Partiya Keskan jî bi rêjeya ji sedî 4'an nekarî cihê xwe di parlamentê de bigire.
BANDORA MARTÎN SCHÛLZ HAT CERIBANDIN
Hilbijartinên li eyaleta Saarlandê, beriya hilbijartinên giştî yên federal ku wê di meha Îlonê de bên kirin, di navbera Angela Merkel û namzetê SPD'ê Martîn Schûlz weke ceribandinekê bû. Di medya Elman de hat ragihandin, Schûlz ku di anketên li ser hilbijartinên giştî de dengê SPD'ê bi 8-10 pûanan zêde kir û gihand benda ji sedî 30-32'an, di vê testa destpêkê de bi ser neketiye.
Lê belê testa herî mezin a ji bo hilbijartinên giştî wê di meha Gulanê de di hilbijartinên eyaleta Nordrheîn-Westfalenê de bê kirin, ku yek ji pênc parên nifûsa welêt li vê eyaletê ye. Tevî vê eyaletê, wê diheman mehê de li eyaleta Schleswîg-Holsteînê jî dengdan bê kirin.