Spanyayê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê sekinand

Wezareta Karê Derve ya Spanyayê ragihan ku Spanya ji bo bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re rasestandiye.

Piştî êrîşên dagirkerî û qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir û şûnde gelek welatên Ewropayê, firotina çekan a ji bo dewleta Tirkiyeyê rawestand.

Wezareta Karê Derve ya Spanyayê daxuyaniyek daû got: “Spanya li gel hevpîşeyên xwe yên di Yekîtiya Ewropayê de, êrîşa li ser Sûriyeyê napejirînin. Lîsansa ji bo bazirganiya amurên leşkerî ya nû nadin.”