Kurd hêza sereke ya demokratîkbûna Rojhilata Navîn in

Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên hêzên sîstema kapîtalîst Kurdistan li van çar netew-dewletên faşîst hate parvekirin û pirsgirêka Kurd hate afirandin. Kurdên ku nebûne xwedî netewe dewlet niha hêza sereke ya Rojhilata Navîn in.

Bi êrîşa Hemasê ya 7’ê Cotmeha 2023’an ya li ser Îsrîlê re, Îran jî kete rojeva hêzên navetewî ya ku Emerîka serkêşiya wan dike. Piştî vê êrîşê, tevî Xezayê, Libnan, Sûriye û Yemen jî bûn hedefa Îsraîlê. Armanca êrîşên li van herêman jî şikandina bandora Îranê bû. Dikare bê gotin hêza Îranê ya li van deveran hate şikandin û niha dor hatiye nava Îranê.

13’ê Hezîranê bi destpêkirina êrîşên Îsraîlê ya li ser Îranê re li herêmê jî êdî qonaxeke nû destpêkiriye. Wisa dixuyê wê di Îranê de guherîn pêk were. Îran çima kete vê rewşê, Îsraîl dixwaze li herêmê çi bike û Tirkiye li kûdera vê rewşê ye?

Di van salên dawiyê de di navbera Îran, Tirkiye û Îsraîlê de têkoşîneke hegemonyayê ya li ser Rojhilata Navîn hebû. Dikare bê gotin bi destpêkirina bûyerên li herêmê ku navê Bihara Erebî lê hate kirin ev rol heta astekê ya Tirkiyê bû. Ji ber vê jî di nava gelek welatên Ereban de Erdogan weke pêxemeberê Îslamê yê duyemîn lê hatibû. Bi gotinên wî yên mezin ên li dijî Îsraîlê û dîsa qaşo xwedîderketina li gelê Filistînê, ji bo xwe rewşa wiha avakiribûn. Lê dikare bê gotin bi destwerdana Tirkiyê ya li şerê navxweyî ya Sûriyê ev rola Tirkiyê jî ji holê rabû. Her wiha êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê, Libnanê, Sûriyê û Yemenê çavên Tirkiyê jî tirsand û bûyîna hêza serwer ya li herêmê zêdetir kete nava hewldanên xweparastinê.

Îran bi salane di bin dorpêçeke giran de ye, bi şikestina Hemas, Hizbûllah û rejima Baasê ya Sûriyê re êdî bûyîna hêza hegemon ya li herêmê ji dest da. Niha jî bi xeteriyeke mezin re rû bi rû maye û hewl dide xwe biparêze. Bê guman niha li Rojhilata Navîn rewşeke nû heye û hewl tê dayîn di çarçoveya parastina Îsraîlê û berjewendiyên hêzên navnetewî yên siyasî û aborî de ji nûve sîstemek bê avakirin. Dikare bê gotin, êdî astengiya dawî ya li pêşiya vê maye jî Îran e. Niha li pêşberî Îranê ne tenê Îsraîl, bi giştî sîstem hegamon ya cîhanê heye. Îran ku ji sala 1979’an ve bi rêjimeke olperest tê bi rêvebirin, bi zextên li ser civakê û jinan, astengkirina maf û azadiyan û pêşnexistina pergaleke demokratîk hişt ku bi rewşa îro re rû bi rû bimîne.  

Helbet armanca êrîşên Îsraîlê û hêzên din yên li ser Îranê ne ev e, lê ger di nava xwe de pergeleke demokratîk ya li ser bingeha azadiya jin û civakê pêş bixista wê bikariba bi hêsanî li ber destwerdanên derve bisekine.

Xuyaye êdî ji bo Îranê veger nîne, an wê tawîzên mezin bide û bi sîstema serwer ya cîhanê re li hev bike an jî wê welat bixe nava şerekî mezin ku wê encamên wê jî giran be.

Şer û kuştin wê tenê li Rojhilata Navîn pirsgirêkan mezintir û aloziyan jî kûrtir bike. Ji xwe armanca hêzên navnetewî jî ev e. Tenê li ser pirsgirêk û aloziyan hebûna xwe didomînin. Ew qet xêra gelên vê herêmê jî naxwazin. Lê rejimên zordest yên li Rojhilata Navîn jî mîna Îran, Tirkiye, Sûriye û hwd, bi polîtîkayên xwe yên desthilatdar, xanedan û malbatî xizmetê ji armanca hêzên navnetewî re dikin. Bi nijadperestiyê, olperestiyê, faşîzmê û zextên li ser jinan nikarin temenê xwe dirêj bikin û dawiya xwe amade dikin.

Bingeha pirsgirêkên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin sed sal berê ji aliyê hêzên ku niha li ser herêmê şer dikin ango pergala kapîtalîst ve hate danîn. Niha jî careke din ev hêz dîsa li ser kar in û dixwazin herêmê ber bi karesateke din ve bibin. Van hêzan di nava vê sed sala dawiyê de Peymana Sykes-Pico, Peymana Lozanê, Peymana Sadabat, Peymana Bexda û hin peymanên din, di serî de li dijî Kurdan pêşxistin û Kurd terkî qirkirinê û komkujiyan kirin.

Niha li çar welatên sereke yên Rojhilata Navîn, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê pirsgirêka Kurd heye. Ji ber di encama polîtîkayên qirkirinê yên hêzên sîstema kapîtalîst de axa Kurdan ango Kurdistan li van çar netew-dewletên faşîst û nijadperest hate parvekirin û pirsgirêka Kurd hate afirandin. Lê Kurdên ku nebûne xwedî netewe dewlet û erdnîgariya wan hate parçekirin, niha hêza sereke ya Rojhilata Navîn in.

Kurd îro pêşengê demokratîkbûna Rojhilata Navîn in. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî ne bi şer lê tenê wê bi demokrasiyê çareser bibe. Niha ezmûneke mezin li pêşberî van çar netewe dewletên ku Kurdistanê di bin serweriya xwe de digirin heye. Yan wê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bikin an jî wê di nava qeyranê de bifetisin û timî paşde bimînin. Ya rast “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo ji bo van dewletan fersendeke dîrokî ye û divê ji dest nedin.