SOHR: Tirkiye 850 leşkerên peremilîter şandine Azerbeycanê
SOHR ragihand 850 çeteyên Sûryeyî dewleta Tirk şandine Azerbeycanê, di şer de 3 çete jî hatine kuştin. Ji qeydên deng ên çeteyan ku derketin holê, metirsiya rewşê hê baştir radixe berçavan.
SOHR ragihand 850 çeteyên Sûryeyî dewleta Tirk şandine Azerbeycanê, di şer de 3 çete jî hatine kuştin. Ji qeydên deng ên çeteyan ku derketin holê, metirsiya rewşê hê baştir radixe berçavan.
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR) a navenda wê li Londonê ye, destnîşan kir ku hejmara çeteyên Sûriyeyî ku dewleta Tirkiye ji bo li dijî Ermenistanê bide şerkirin şandiye Azerbeycanê gihiştiye 850’î kesî, her wiha di şer de jî 3 çete hatin kuştin.
SOHR berî niha bi daxuyaniyekê diyarkiribû ku dewleta Tirk ji Sûriyeyê 320 çete şandine Azerbeycanê. Mala Çavdêriyê daxuyaniyek îro parve kir û diyar kir ku ev hejmar gihiştiye 850’î çeteyî, di şerê qewimî de jî 3 çete hatine kuştin.
SHOR ragihand ku sewqiyata çeteyan a ji Sûriyeyê bo Azarbeycanê jî ji aliyê ‘şirketên ewlekariyê ya Tirk’ ve tên kirin, diyar kir ku komên Ereb ên di bin kontrola dewleta Tirk de ne qebûl nakin biçin Azerbeycanê û piranî yên diçin ‘Tirkmenên’ ku piranî bi tevgera ‘doza mîllî’ diçin.
Li aliyê din dengê çeteyên ku çûne Azerbeycanê di tevnên dijîtal de hatin parvekirin çeteyek wiha dibêje; ‘Şer pir dijwar tê kirin, agahî ji 30-35 endamên xwe nagirin û texmîn dikin ku di bin xirbeyan de bin. 35 windahî û 70 birîndarên wan hene.”
Ajansa Nûçeyan a Reûters, nûçeyek a dewleta Tirk derdorî 700-1000 çete şandine Azerbeycanê servîs kiribû.
Rojnameya The Gûrdîan jî çeteyên mijara gotinê ji Efrînê bi ji aliyê şirketek ewlekariyê ya Tirk ve sewqî Azerbeycanê dikin, nivîsandibû.
Çapemeniya Rûsya û Ermenistanê jî, nivîsand ku dewleta Tirk 4 hezar çete ji Sûriyeyê sewqî Azerbeycanê kiriye.
Çeteyên ku derdorî 1000-1500 dolar ji bo wan tên dayîn, piranî ji komên Sûltan Mûrat, Ebû Emşet, Sûleyman Şah, Mûntasir Bîllah, Tumena Hemza û koma Semerkantê ne.