Sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û 'Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin' li ser Kûleya Eyfelê

Sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ li ser Kûleya Eyfelê ya Parîsê hatin nîşandan.

Dewleta Îranê bi hinceta ku tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Amînî bûne, cezayê darvekirinê li gelek kesan dibire. Şaredariya Parîsê jî piştgirî da xwepêşanderan û nerazîbûn nîşanî hikumeta Îranê da.

Şaredariya Parîsê bi Fransî slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ û bi Îngilîzî slogana ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ li ser Kûleya Eyfelê nîşan da.

Hate diyarkirin wê slogan 2 rojan li ser kûleyê bimînin.

Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo di meha Cotmehê de hemwelatîbûna fexrî dabû Jîna Amînî ya ku hatibû qetilkirin.