Sîxurekî berê yê CIA: Ya ku min dikir, terorîstan dikir!

Sîxurekî berê yê CIA yê ji Kubayê li ser jiyana xwe pirtûkek nivîsand. Sîxur xwe weke 'terorîst'ekî bi nav kir.

Sîxurê berê yê CIA Antonîo Vecîana, pirtûka xwe ya bi navê "Traîned to kîll" tevî hevalê xwe yê rojnamevan Carlos Harrîson nivîsand. Vecîana yê 88 salî, di sala 1959'an de ji aliyê sîxurê CIA Davîd Atlee Phîlîpps ê bi nasnav Bîshop ve ji bo kuştina lîderê Kubayê Fîdel Castro tevlî CIA hatiye kirin.

Vecîana di pirtûka xwe de dibêje, "Ya ku min dikir, terorîstan dikir. Tenê dikarim bi vî rengî bi nav bikim."

AGAHIYÊN DEREW BELAV KIR

Vecîana anî ziman, ku armanca wî ya destpêkê bêîstiqrarkirina rejîma Kubayê bû û got, "Karê min belavkirina gotgotan bû." Vecîana ragihand, kesê ku derewa 'hikumeta Kubayê amadekariya projeya qanûnekê dike ku zarokan ji dayikên wan qut bike' belav kir, ew bi xwe ye.

Li ser vê derewê, operasyona "Peter Pan" hate destpêkirin û 14 hezar zarok ji aliyê malbatên wan ve ji DYA re hatibûn şandin. Vecîana diyar kir, ji ber ku bi vî rengî zarok ji malbatên wan qut kriiye, ew poşman e.

JI BO KUŞTINA CASTRO, KOMEK AVA KIR

Vecîana di pirtûka xwe de her wiha radigihîne ku wî li dijî Castro, komeke paramîlîter a bi navê "Alpha 66" ava kiriye. Vê komê di salên 60'î û 70'î de li dijî Castro êrîş pêk anî bû.

CIA BERIYA MIRINA KENNEDY BI KUJERÊ WÎ RE HEVDÎTIN KIR!

Vecîana di pirtûka xwe de diyar kir, ku Bîshop ê ew tevlî kar kir, di sala 1963'an de bi kujerê Serokê DYA Kennedy, Lee Harvey Oswal re sê roj beriya cînayetê hevdîtin kiriye.

Vecîana destnîşan kir, ku jiyana wî 'çîrokeke têkçûnê ye' û ragihand, ku hewldanên wî yên ji bo kuştina Castro û têkbirina hurmeta ji bo Ernesto Che Gûevara bi ser neketine. Vecîana diyar kir, wî gelek caran hewl daye xwe bikuje û bi van gotinan destnîşan dike, ku jiyana xwe ya berê daniye aliyekî: "Jiyana min a veşartî li vir qediya."