Sinyala nermkirina ser Îranê: Keştiya balafirê ya DYE'yê ji Kendavê çû

Keştiya balafiran a DYE'yê USS Nîmîtz piştî bicihkirina 6 mehan ji Kendavê veqetiya. Ev rûdan weke sînyala nermirina ser Îranê hate dîtin.

Berdevkê Pentagonê John Kîrby bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand, keşiya balafiran a Nîmîtzê ji ,''qada berpirsyariya fermandariya navendî'' vekişiyaye.

Nîmîtz Îlona 2020'an ji bo ku tevgerên Îranê bişopîne û Îranê çavtirsanî dike da ku êrîşê neyîne ser hêzên Emerîkî yên li Tehranê, li herêmê hatibû bicihkirin.

Li gorî Kîrby got Wezîrê Berevaniyê yê DYE'yê Lloyd Austîn ji bo ku xwe ji êrîşeke pêkan biparêzin, ''Li Rojhilata Navîn têra xwe hêz hene.''

Dema ku ji Kîrby hate pirskirin bê ka vekişandina keştiyê weke sînyala nermkirina ser Îranê dikare were dîtin an na, got, ''Wezîr dema ku tevgera hêza ezmanî pejirand rewşa jeostratejîk da ber çavan.''

Berdevk her wiha got keştiya balafirê demeke dirêj li herêmê maye û hewceye ku were nûjenkirin.

Kîrby li ser pirsa bê ka li şûna vê keştiyê wê yeka dî were bicihkirin an na got, ''Em tim asta talokeyê dinirxînin. Li gorî zerengiya van telokeyan em tim hewl didin ku bibin bersiv.''