Sînorê Venezûela-Kolombiyayê bi temamî tê vekirin

Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro diyar kir ku sînorê wan ê bejahî yê bi Kolombiyayê re ji 1'ê Çileyê û pê ve wê temamî bê vekirin.

Piştî ku herdu welatan têkiliyên dîplomatîk ji nû ve bi hev re danîn, di çarçoveya pêvajoya ku meha Îlonê destpê kir, hate ragihandin ku sînorê navbera Kolombiya û Venezûelayê wê bi temamî bê vekirin.

Serokkomarê Venezûelayê Madûro got, "Dikarim bibêjim ku sînorê rojava yê Venezûelayê yê bi Kolombiyayê re wê bi temamî ji wesayitan re bê vekirin."

Madûro got, "Ji bo em karibin bangên xwe bi bandor bikin, ji bo bicihanîna soza ku me da Serokkomar (Kolombiyayê) Gûstavo Petro ya ji 1'ê Çileyê û pê ve sînor bê vekirin, çi ji destê me tê em dikin."

Herdu welatan di 26'ê Îlonê de dest bi pêvajoya jinûve vekirina sînorê bejahî kiribûn.

Sînorê navbera Venezûela û Kolombiyayê 7 sal in heta astekê girtî bû, lê 3 salên dawî bi temamî girtî bû.

Hikumeta berê ya Kolombiyayê ji ber ku hilbijartina jinûve hilbijartina Madûro nas nekir, Madûro têkiliyên dîplomatîk ên bi Kolombiyayê re birî bû.

Serokkomar Gûstavo Petro ku yekemîn serokkomarekî çepgir e li Kolombiyayê, piştî ku hate hilbijartin diyar kir ku wê têkiliyên navbera herdu welatan ji nû ve ava bikin.