Sextekariya bi rêya înternet û telefonê

Di operasyoneke mezin a Înterpolê de ya li 35 welatan, heta niha zêdeyî 20 hezar kes hatine destgîrkirin, ku bi rêya înternet û telefonê sextekarî kirine.

Bi navê Fîrst Lîght yek ji operasyonên herî berfireh ên li dijî sextekariya sîber hate lidarxistin. Di encamê de bi sedan milyon dolar hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Înterpolê ya beriya çend rojan, li dijî sextekariya bi rêya înternetê yan jî telefonê li 35 welatan bi koordîneyî operasyon hatin kirin. Di çarçoveya operasyonê di navbera mehên Îlon û Mijdarê de li 10 hezar cihî lêgerîn hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê di çarçoveya operasyonan de 21 hezar û 549 kes hatin destgîrkirin.

Li gorî Înterpolê di dema operasyonan de 154 milyon dolarên li 310 hesabên bankayê de yên bi neheqî hatin qezençkirin, hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku sûcdar ji bo kesên ku bi rêya telefonê yan jî e-maîlê têkilî danîn, sozên ji bo hevkariyê, yan jî têkiliyên 'romantîk', 'zayendî' dane û hewl dane bi rêya SMS jî agahiyên şexsî yan jî bankayan bidizin.