Şervanê YPG’ê Azad Merxas li Êlihê hate definkirin
Şervanê YPG’ê Azad Merxas li Êlihê hate definkirin
Şervanê YPG’ê Azad Merxas li Êlihê hate definkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Îlyas Ekîncî (Azad Mêrxas) ê ku di 3’ê Kanûnê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve li Goristana Esrî ya Êlihê hate definkirin. Dayika Ekîncî Ayten Ekîncî diyar kir ku ew dixwazin aştiyeke mayînde pêk bê.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Îlyas Ekîncî (Azad Mêrxas) ê ku di 3’ê Kanûnê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve li Goristana Esrî ya Êlihê hate definkirin. Cenazeyê Ekîncî, di ketina Êlihê de ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin û piştre bi karwanê ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi navenda Êlihê ve derket rê. Karwanê cenaze di nav bajar de bi heybet hate pêşwazîkirin û girse ji Taxa Îluh a Êlihê heta Taxa Çamlica bi ambûlansê re meşiya. Piştre li Taxa Çamlica girse, darbesta YPG’î Ekîncî ya bi ala YPG, kesk, sor û zer hati pêçandin hilda ser milan û ber bi goristanê ve meşiya. Her ku meş çû bi hezaran kes tevlî meşê bûn û girse bi dîrûşmên “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Ey şehît xwîna te li erdê namîne” û “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin û di ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de derbas bû.
Hevserokên MEYA-DER’a Êlihê Afiye Savaş û Şukru Baytar, hevserokên DBP’a Êlihê Ayşe Agilgat û Mehmet Candemîr, Hevserokê HDP’a Êlihê Mahmut Çîftçî, endamê Meclîsa HDP'ê Nazim Kok, rêveberên MEYA-DER, DBP, HDP, KURDÎ-DER, DA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên saziyên civakî û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. Meş li goristanê bi dawî bû. Di meşê de posterên YPG’î Ekîncî hatin hildan. Di meş û merasîma cenaze de xizmên YPG’î Ekîncî kêliyên xemgîn derbaskirin û li ser gora zarokê xwe lorîk lorandin.
Cenazeyê Ekîncî bi dirûşme û duayan hate definkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Êlihê Şukru Baytar axivî û diyar kir ku berxwedanê bûye rûmeta mirovahiyê û ev berxwedana rûmetê bûye mezinkirina gelê kurd.
Dayik û bavê Ekîncî: Bila serê gelê Kurd sax be
Dayika şervanê YPG’ê Ekîncî, Ayten Ekîncî jî diyar kir ku ew dixwaz aşîtiyek mayînde pêk were û wiha got: “Ez hêvîdar im ku wê ev şehîde me yê dawî be. Kesên ne baş in bila êdî riya xwe rast bikin. Ev şehîd yê hemû gelê kurd e.”
Bavê şervanê YPG’ê Ekîncî, Hamît Ekîncî jî spasî li hemû kesên xwedî li cenaze derketin kir û sersaxiyê ji tevahiya gelê kurd re xwest.
Endamê Meclîsa HDP’ê Nazim Kok jî balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî rûmeta berxwedana Kobanê û bertek nîşanî hevkariya AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê da.
Piştî axaftina girse ji goritanê veqetiya û dê 3 rojan sersaxiyên Ekîncî li Mala Şînê ya Taxa Çarşi berdewam bikin.