Serokwezîrê Spanyayê ji wezîfeyê hate girtin

Serokwezîrê mûxafazakar Mariano Rajoy ku şeş sal in li Spanyayê serkêşê hikumetê ye, ji aliyê parlamentê ve ji wezîfeyê hate girtin. Li şûna wî, Pedro Sanchez ê sosyalîst bû Serokwezîr.

Li ser pêşnûmeya pê baweriyê ya Serokwezîrê mûxafazakar dengdan hate kirin û ji 350 parlamenteran tenê 180 wekîlî baweriya xwe bi Serokwezîr anîn.

Rajoy beriya dengdanê daxuyaniyek da û diyar kiribû ku pêşnûmeya ji aliyê Partiya Sosyalîst PSOE ve hatiye pêşkêşkirin wê ji aliyê parlamentê ve bê qebûlkirin.

Rajoy got, "Mirov dikarin bêjin ku wê pêşnûme bê qebûlkirin. Pedro Sanchez wê bibe serokê nû yê hikumetê."

Pêşnûmeya pê baweriyê, beriya hefteyekê hatibû pêşkêşkirin. Rojek beriya dengdanê Partiya Gel a Rajoy di doza gendeliyê ya bi navê Gurtelê de mehkûm bû.

Ji vê Înê û pê ve wê Sanchez Serokwezîrê nû yê Spanyayê be. Bi vî rengî di dîroka siyasî ya Spanyayê de gaveke nû tê avêtin. Cara yekê ye ku di dîroka Spanyayê de Serokwezîrek bi vî rengî ji wezîfeyê tê girtin.

Rajoy ê 63 salî ku Kanûna 2011'an bû desthilatdar, di dema wezîfeya xwe de gelek krîzên mezin dît. Welat kete nava resesyonê, polîtîkayên giran ên teserûfê ferz kir, sala 2016'an krîza siyasî rû da û bi mehan dewam kir, herî dawî jî piştî ku Herêma Xweser a Katalonyayê Cotmeha 2017'an serxwebûna xwe ragihand, krîzeke nû derkete holê.

Pedro Sanchez piştî dengdanê daxuyaniyek da û got, "Em îro di dîroka demokrasiyê ya welatê xwe de rûpelekî nû vedikin."