Serokwezîrê Pakîstanê ji wezîfeyê hate girtin

Dadgeha Bilind a Pakîstanê, ji ber dozeke nelirêtiyê biryar da ku Serokwezîr Newaz Şerîf ji wezîfeyê bê girtin. Newaz Şerîf îstifa kir.

Dadger Eyaz Afzal Han li pêşberî girseya gel a li ber dadgehê daxuyanî da û ragihand, wekîliya Şerîf û wezîfeya wî ya Serokwezaretiyê qediya ye.

Di biryarê de her wiha fermanek hatiye dayin ku têkildarî gumanên nelirêtiyê yên der heqê Şerîf de tên kirin, lêpirsîneke nû bê destpêkirin.

Biryara dadgehê xwe dispêre skandala nelirêtiyê ku par piştî eşkerebûna Belgeyên Panamayê derkete holê.

Der barê vê skandalê de komîsyoneke lêpirsînê hatibû avakirin. Piştî biryarê Newaz Şerîf ragihand, ku wî îstifa kiriye.

Cara duyemîn e ku di dÎroka Pakîstanê de Serokwezîr ji aliyê Dadgeha Bilind ve ji wezîfeyê tê girtin.

Destpêkê sala 2012'an Serokwezîrê wê demê Reza Gîlanî, ji ber ku destûr neda lêpirsîna nelirêtiya têkildarî Serokkomar, bi destwerdana dadgeriyê ji wezîfeyê hatibû girtin.

Newaz Şerîf sê caran bû serokê hikumetê, lê carekê jî wezîfeya xwe nekarî temam bike.

Sala 1993'an ji ber sûcdariyên nelirêtiyê neçar hatibû hiştin ku îstifa bike. Wezîfeya serokwezaretiyê ya duyemîn ku sala 1997'an dest pê kir, bi darbeya leşkerî ya sala 1999'an kurt dewam kiribû. Şerîf neçar mabû demeke dirêj li Erebîstana Siûdî li sirgûnê bijî.