Serokwezîrê Kanadayê Trûdeaû Newroz pîroz kir
Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû, bi wesîleya Newrozê peyamek bi dîmen weşand û bi Kurdî got, 'Newroz pîroz be'.
Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû, bi wesîleya Newrozê peyamek bi dîmen weşand û bi Kurdî got, 'Newroz pîroz be'.
Peyama Newrozê ya bi dîmen a Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû bi vî rengî ye:
"Ez ji her kesên li Kanadayê Newrozê pîroz dikin re, saleke xweş û bedew hêvî dikim. Newroz roja destpêkê ya biharê ye û yek ji nîşaneyên destpêka sala nû ye. Rojeke ku dost û malbat li hev dicivin, diyariyan didin hev, muzîk û xwarinê bi hev re parve dikin. Kanada bi alîkariya civakên cihêreng ên ku vê destpêka bi heybet pîroz dikin, hîn xurt û dewlemend e. Ji bo her kesên vê sala nû pîroz dikin, hêvîdar im sala 1396'an bibe saleke bextewar."