Serokkomarê Sirbistanê: Ez Kosovayê nas nakim

Serokkomarê Sirbistanê Aleksander Vûcîc, îmzekirina peymana asayîbûna têkiliyên bi Kosovayê re red kir û got ku heta ew serokkomar be ew ê Kosovayê nas neke.

Rayedarên Sirbî û Kosovayî, ji ber zextên Yekîtiya Ewropayê, roja Duşemiyê ya çûyî, li Brukselê hatin ba hev. YE, têkildarê asayîbûna têkiliya bi hev re ya her du welatan, dixwaze ku Sirbistan bi awayekê ne fermî Kosovayê nas bike.

Rayedarên Ewropayî got ku dilê şandeyên Kosovayî û Sirbistanî heye ku bi awayekê bi rêgezî li hev bikin. Lê tu encam ji gotûbêjê derneket. Rêveberiyên Prîştîn û Belgradê, ji derneketina tu encamê ji gotûbêjê, hev û din sûcbar dikin.  

Serokkomarê Sirbistanê, roja Sêşemiyê da xuyakirin ku ew Kosovayê nas nake û dilê wî yê ji bo Kosova bikeve NY’yê bibe alîkar, nîn e.

Aleksander Vûcîc ku bi kenaleke televizyonê ya Sirb re axivî, got: ‘’Heta ku ez serokkomar bim, ne bi fermî ne jî ne bi fermî ez Kosovayê nas bakim û qebûl nakim ku Kosova bikeve nav NY’yê.’’

Serokkomarê Sirb, hem diyar kir ku ew ê Kosovayê nas neke, hem jî got ku amade ne xweseriyeke diyar bidin Sirbên Kosovayê û bi şertê ku li herêmên Sirb lê zêde ne Yekîtiya Şaredariyan bê avakirin, niqaşa mijarên din bikin.

Vûcîc her wiha got: ‘’Ne bi tenê ji ber di ketina nava Yekitiya Ewropayê de wê bi kêr were, di heman demê de ji ber ku ji têkiliyên navbeyna Sirb û Arnawidan jî baş e, amade ye ji her tiştî re.’’

Serokê Kosovayê Albîn Kurtî jî diyar kir ku bi peymana ku bê danîn divê Kosova bê naskirin.

Tê payîn ku 18’ê Adarê li Bakurê Makedonyayê civîneke din di navbeyna her du aliyan de çêbibe.