Serokkomarê berê yê Fransayê Chrîac mir

Serokkomarê berê yê Fransayê Jacqûes Chîrac ê 86 salî jiyana xwe ji dest da.

Salat Baroûx ê ku hevjîna Chîrac e, diyar kir ku Chîrac vê sibehê rehmet kiriye.

Chîrac ê ku di sala 1932’an de ji dayik bûbû, wezîrtî û serokwezîrtî kir. Di navbera salên 1995 û 2007’an de jî Serokkomartî kir. Chîrac bi qasî 40 salan di siyaseta Fransayê de cih girt.

Chîrac di sala 2011’an de xwe ji siyasetê vekişand û di karîyera xwe de di gelek bûyerên edlî de şik çûn ser wî. Chîrac dema ku şaredarê Parîsê bû ji ber karên xeyalî di sala 2011’an de du salan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.