Serokkomarê Afrîka Başûr îstifa kir

Serokkomarê Afrîka Başûr Jacob Zûma ku partiya wî ANC'ê jî banga îstifayê lê kiribû, ragihand ku wî îstifa kiriye.

Zûma ku ev çend hefte ne zexta îstîfayê lê tê kirin, bi rêya televîzyonê daxuyanî da û got, tevî ku ew li ber biryara partiya xwe radibe jî wî biryara îstifayê daye.

Jacob Zûma ku ji sala 2009'an ve Serokkomar bû, ji ber sûcdariyên gendeliyê di rojevê de bû. Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ku partiya desthilatdar e û Zûma lîderê wê ye, roja Sêşemê ji Zûma xwestibû ku îstifa bike.

ANC'ê diyar kiribû ku eger Zûma îstifa neke wê di dengdana îro de li parlamentê dengê pêbaweriyê nede û bi vî rengî Zûma ji wezîfeyê bigire.