Serokkomarê Îranê serdana li Tirkiyeyê betal kir

Hate ragihandin ku serdana Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya ji bo Tirkiyeyê ku wê di 28'ê Mijdarê de bihata kirin, hatiye betalkirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê, serdana fermî ya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya ji bo Tirkiyeyê ku wê di 28'ê Mijdarê de bihata kirin, hatiye betalkirin.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku rayedarên Tirk têkildarî betalkirina serdanê de daxuyanî nedane.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di nava meha Mijdarê de bi daxuyaniyekê têkildarî serdana Reîsî dem dabû û diyar kiribû ku wê şerê li Xezeyê di rûniştineke hevpar de bê nirxandin.