Serokê Parlementoya Iraqê daxwaza pêkanîna hilbijartina pêşwext kir

Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî xwest ku zûtir ji dema ku Serokwezîrê Iraqê diyar kirî hilbijartin were çêkirin.

Duh roja Înê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da ku roja 6’ê Hezîran a 2021’an hilbijartinên pêşwext li Iraqê pêk bê. Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî di hesabê xwe yê tweeterê e got: “Em ê rê û resman li gorî madeya 64’an destûrê bingeh bigirin, parlemento jî li ser daxwaza rêjeya yek ji sê endaman betal dibe yan jî piştî rizayeta Serokkomar vê ev prose ji Serokwezîr bê daxwazkirin.”

Helbûsî her wiha diyar kiriye: “Pêwîst e bi mebesta hilbijartina pêşwext danişîna awarte û giştî ya parlementoyê bi amadebûna her sê Serokatî û hêzên siyasî bê lidarxistin.”