Serokê Konseya Lêkolînê ya Ewropa îstifa kir
Serokê Îtalî yê Konseya Lêkolînê ya Ewropa (ERC) Maûro Ferrarî di demekê de ku pandemiya Covîd-19 belav dibe, îstifa kir.
Serokê Îtalî yê Konseya Lêkolînê ya Ewropa (ERC) Maûro Ferrarî di demekê de ku pandemiya Covîd-19 belav dibe, îstifa kir.
Berdevkekî yê Yekîtiya Ewropa ragihand ku Serokê ERC’ê Ferarî ji erka xwe îstifa kiriye.
Rojnameya Fînancîal Tîmes jî diyar kiribû ku Ferarî ji 1’ê Çileyê û vir ve ne li ser rêveberiya saziyê bû.
Konseya Lêkolînê ya Ewropa di sala 2007’an de di nava welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de ji bo xebatên lêkolînê koordîne bikin hatiye avakirin.