NÛ BÛ

Serokê Kongreyê Ryan: Divê Tirkiye bi awayê fermî lêborînê bixwaze

Serokê Kongreya DYA’yê Paûl Ryan, têkildarî êrîşa li Washingtonê ya ku parêzvanên Erdogan êrîşî xwepêşandaran kiribû, diyar kir ku divê Tirkiye bi awayê fermî lêborînê bixwaze.

Li hemberî êrîşa parêzvanên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan a li Washingtonê ya ku êrîşî çalakiya protestoyê kirine, nerazîbûn zêde dibin.

Piştî ku Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya DYA’yê pêşnûmaya ku êrîşan şermezar dike hate qebûlkirin, Serokê Kongreya DYA’yê Paûl Ryan xwest ku bila Tirkiye bi awayê fermî lêborînê bixwaze.

Ryan diyar kir ku kes nikare van êrîşan biparêze.

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KONGREYÊ JÎ PÊŞNÛMEYA KU TIRKIYEYÊ ŞERMEZAR DIKE, QEBÛL KIR

Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya DYA’yê jî pêşnûmaya ji ber êrîşa parêzvanên Erdogan ên li ser xwepêşanderan, qebûl kir.