Serokê FARC’ê lêborîn ji sivîlan xwest

Li Kolombîyayê ya ku gelek gerîlayên FARC’ê dîsa radihêlin çekê, yek ji fermandarê kevn ê gerîlayan Rodrîgo Londono, di şerê 52 salan de ji sivîlên ku hatibûn girtin û ji malbatên wan lêborîn xwest.

Di sala 2016’an de di navbera dewleta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombîyayê (FARC) de peymaneke aştiyê hatibû kirin. Rodrîgo Londono piştî wê peymanê çek danîbû û a niha li ser partîyeke siyasî ye. Londono di dadgeheke taybet de axivû û lêborîna xwe ji gel xwest.

‘EM BERPIRSYARIYA ETÎK Û SIYASÎ WERDIGIRIN’

Rodrîgo Londono di dadgeha taybet de axivî ya ku li ser sûcên dema şerê navxweyî disekine. Londono diyar kir ku ew ji bi hezaran sivîlan lêborînê dixwaze yên ku hatibûn girtin. Londono bal kişand ser vî tiştî hin sivîlên hatibûn girtin li qadên gerîlayan mirine û ji ber vî tiştî ew gelekî xemgîn in. Londono got ku “Em ji van cangorîyan lêborîna xwe dixwazin.”

Londono diyar kir ku ji ber bûyerên pêk hatine, ew berpirsyariya etîk û siyasî werdigirin.

Di navbera artêşa Kolombiyayê, hêzên wê yên paramîlîter û gerîlayên FARC’ê de di navbera salên 1964-2016’an de şer hebû. Di van şeran de nêzî 250 hezar kes mirin û bi deh hezaran kes jî winda bûbûn. Li gorî texmînan rehîneyên ku ji aliyê FARC’ê hatibûn girtin, nêzî 500 kes li qadên gerîlayan mirin.

Di sala 2016’an de di navbera Serokê Dewletê Jûan Manûel Carlos û FARC’ê de muzakereyên aştiyê hatibû kirin. Lê Serokê Dewletê yê niha Îvan Dûqûe vê peymanê nas nake. Meha borî ji du hezarî zêdetir gerîlayên FARC’ê diyar kirin ku ew dîsa dest bi têkoşîna çekdarî dikin. Di dema peymana aştiyê de nêzî 7 hezar gerîla li di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de hatibûn ba hev.

Piştî peymanê bi navê FARC’ê partiyeke siyasî hatibû avakirin û gelek gerîla derbasî vê jiyana siyasî bûbûn. Lê gelek fermandarên kevn ên gerîlayan dîsa dest bi têkoşîna çekdarî kirine û ji ber helwesta hikumetê dibe ku şer dîsa dest pê bike.

Heta sala 2016’an duyemîn hêza herî mezin a gerîlayan ELN jî, li gorî texmînan 2 hezar û 500 endamên wê hene. Muzakereyên bi ELN’ê jî hatiye sekinandin.