Serokê dîrokî yê sosyalîst ê Portekîzê Soarês mir

Piştî derketina dîktatorê Portekîzê Salazar, Marîo Soares ê serokwezîrê kevin ê sosyalîst û Serokkomarî kiribû ku di dema derbasbûna demokrasiyê de rolekî girîng lîst, jiyana xwe dest da.

Marîo Soares li Portekîzê wek “Bavê demokrasiya modern” tê naskirin, demekî dirêj di zanîngehande wane dide, ji ber ku di salên 1933-1974 li dijî rejîma Salazar (Estado Novo) tekoşîn dimeşîne, sala di 1970’ê şûn de li Firansayê sirgûn dijî.

Soares bi hevalên xwe ve di sala 1973’an de Partiya Sosyalîst a Portekîzê ava dike û erka sekreteriya wê dike, bi hilweşîna dîktatoriyê ya bi Şoreşa Qurnefîlê, di sala 1974’an de dibe Wezîrê Karê Derve. Di navbera salên 1976-1978 û 1983-1986 dibe serokwezîr û di salên 1986 heta 1996’an jî Serokkomariyê dike.

Marîo Soares, biştî rejîma faşîst a 41 salan, li Portekîzê bi hewil danên xwe yên jiyana demokratîk ve tê nasîn.