Serokê berê yê Misrê Muhammed Mûrsî mir

Serokê berê yê Misrê Muhammaed Mûrsî îro li dadgeha ku dihate darizandin, li ser hişê xwe çû û mir.

Serokê berê yê Misrê Muhammed Mûrsî îro dema ku ji bo îfade dayînê derket pêşberî dadger li ser hişê xwe çû û mir.

Çavkaniyên dadgehê ku ji AFP’ê re axivîn diyar kirin ku Mûrsî li dadgehê rehetsizbû.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Mûrsî yê ku ji sala 2013’an ve girtiye dema ku li dadgehê diaxivî ketiye û li nexweşxaneyê miriye.

Çavkaniyan da destnîşankirin ku Mûrsî li pêşberî dadger 20 deqeyan axiviye, Mûrsî li ser hişê xwe çû û rakirine nexweşxaneyê. Hate eşkere kirin ku Mûrsî li nexweşxaneyê miriye.