Serokdewletê Zimbabve îstifa kir

Reûters, nûçeya îstifaya Serokdewletê Zîmbabve Mûgabe ragihand.

Berdevkê Parlementoya Zîmbabve Jacob Mûbenda, diyar kir ku Mûgabe têkildarî îstifayê nameyek daye wî û di vê nameyê de diyar kiriye ku ‘Ji bo li welat bi asayî desthilat bê guhertin’ wê ji erka xwe îstifa bike.

Diyar kir ku di nameyê de ev tişt hatibû gotin: “Ez Robert Gabrîel Mûgabe, li gorî benda 96’emîn a Destûra Bingehîn a Zîmbabveyê îstifaya xwe pêşkêş dikim.”

Piştî daxuyaniyê û şûnde, gelê ku li dorî parlementoyê kom bûn, xwepêşandanên kêfxweşiyê lidar xistin.