Serokatiya demê ya YE’yê Portekîzê dewir girt

Ji îro û şûnde serokatiya demê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji Elmanyayê derbasî Portekîzê bû. Serokwezîrê Sosyalîst ê Portekîzê Costa wê ji bo 6 mehan serokatiya demê ya YE’yê bike.

Serokatiya demê ya Yekîtiya Ewropayê duh şev bi ketina sala nû re Portekîzê ji Elmanya dewir girt. Ji bo dewrgirtinê hem paytexta Elmanya Berlîn û paytexta Portekîz Lîzbon bi ronahiyên ala YE’yê sembolîze dike hatin xemilandin.

Serokwezîrê Portekîz Antonîo Costa yê di dîroka welatê xwe de cara 4’ê ye serokatiya demê birêve bibe, di parvekirinên xwe yên li ser tevnên dijîtal de spasdariya xwe anî ziman. Costa yê ji sala 2015’ê û vir ve serokwezîrtiya hikûmeteke sosyalîst dike got: “Ji Elmanya û Angela Merkelê dewirgirtina erkekî wiha ji bo min rûmetekî mezin û berpirsyariyeke mezin e.”