Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didomin

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” 87 roj li pey xwe hişt.

Piştî ku jin a ciwan a Kurd Jîna Emînî  di 16'ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hate qetilkirin, xwepêşandanên gel dest pê kirin. 

Serhildan bi dirûşmeya “Jin, jiyan, Azadî” 87 roj li pey xwe hişt. 

Roja Şemiyê li bajarê Sinê di dehan xwendekarên jin yên Dibistana Perwerdeya Teknîkî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” meşiyan. 

Li gorî agahiyên hatin stendin hêzên dewleta Îranê êrîşê xwendekaran kir û gelek kes birîndar bûn.
 
Li bajarê Şino du birayên bi navê Ferhad û Ferzad Teha Zade ku di xwepêşandanan de hatibûn destgîrkirin, ji aliyê dadgehê ve cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Li gelek bajarên Îranê bi taybet Tahran û Îsfahanê meşên bêdeng hatin lidarxistin. Li gel vê jî hêzên dewletê êrîşê gel kirin. 

Her wiha li gelek zanîngehan jî bertekên xwendekaran didomin. 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji 16’ê Îlonê ve herî kêm 458 kes hatine qetilkirin, ku ji wan 63 zarok û 29 kes jin in.