Şerê navxweyî yê li Sûdan a Başûr: 6 xebatkarên alîkariya însanî hatin kuştin
Li Sûdan a Başûr, ku şerê navxweyî rê li ber hilweşîneke mezin a mirovî vekiriye, hat ragihandin ku herî kêm 6 xebatkarên alîkariya însanî hatine kuştin.
Li Sûdan a Başûr, ku şerê navxweyî rê li ber hilweşîneke mezin a mirovî vekiriye, hat ragihandin ku herî kêm 6 xebatkarên alîkariya însanî hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Buroya Koordînasyona Alîkariya Însanî (OCHA) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY), 6 kesên ku alîkarî dibirin ji mirovên li vî welatî birçî ne, di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev êrîş mezintirîn êrîşa li Sûdan a Başûr li dijî xebatkarên alîkariya însanî hatiye kirin. Hat gotin, xebatkarên alîkariya însanî dema ji paytext Jûbayê diçûn bajarokê Pîbor ê li rojhilatê welêt, di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya OCHA'yê de nehat eşkerekirin bê xebatkarên alîkariya însanî ji kîjan welatî hatine.
Lê tê îdîakirin ku sê ji van kesan ji Kenyayê, yên din jî ji Sûdan a Başûr in.
Li Sûdan a Başûr, ku di sala 2011'an de ser bi xwe bû, nakokiyên di sala 2013'an de di navbera komên etnîkî yên cuda û rêveberiyê de rû dan, veguherîn şerê navxweyî. Li vî welatê ku nifûsa xwe 12 mîlyon e, pêwîstiya 6,2 mîlyon kesî bi alîkariya lezgîn heye. Zêdeyî 100 hezar kes jî yekser birçî ne.