Senetoyê budceya parastinê erê kir

Budceya parastinê ya ku Donald Trûmp berî biçe veto kiribû, ji aliyê Senetoyê ku piranî Komarparêz bûn ve hate erêkirin.

Serok Dewletê Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp ê ku wê 20’ê Çileyê erka xwe radestî Jeo Bîden bike, berî biçe ji Senetoyê derbek giran xwar.

Budceya parastinê ya 740 milyar dolar berî niha Trûmp veto kiribû, ji aliyê Senetoyê ve bi piraniya dengan hate erêkirin. Tevî ku li Senetoyê piranî Komarparêz jî bû, ji sêyan duyê senetoyê zêdetir pêşnûmeya bûdceyê erê kir. Vetoya Trûmp derbas kir.

Ev biryara ‘tevî îtiraza’ Trûmp jî, di warê serokê Komarparêzan de weke ‘ketinekî pir biçûk’ tê pejirandin.

Berî niha roj Yekşemê budceya parastinê ku Trûmp veto kiribû ji aliyê Meclîsa Nûneran ku piranî Demokratin ve hatibû erêkirin. Li gorî vê yekê bi awayekî kesîn budceya parastinê ya nû hate erêkirin.