Sembola Rock'n'Roll Chûck Berry jiyana xwe ji dest da
Hunermendê DYA'yî Chûck Berry, ku weke sembola muzîka Rock'n'Roll tê nîşandan, di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Hunermendê DYA'yî Chûck Berry, ku weke sembola muzîka Rock'n'Roll tê nîşandan, di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya polîsê St. Charles Coûnty, Chûck Berry ê li mala xwe ya li Mîssoûriyê nexweş ket, jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji bo rizgarkirina Berry gelek hewldan hatin kirin, lê nekarî bê rizgarkirin.
Chûck Berryê, ku di 18'ê Cotmeha 1926'an de li bajarê Saîtn Loûîs ê eyaleta Mîssoûriyê ji dayik bû, weke yek ji girîngtirîn afirînerên muzîka Rock'n'Roll dihat naskirin. Berry bi gelek stranên xwe yên weke 'Johnny B.Goode', Roll Over Beethoven' û 'Sweet Lîttle Sîxteen' xwe gihand beşeke berfireh a guhdaran. Her wiha bi dansa xwe ya bi navê Dûckwalk jî dihat naskirin.
Chûck Beryy, gîtar veguherand amûra herî girîng a stîla Rock'n'Roll. Berry alîgirê wê yekê bû, ku ciwan bibe xwedî hişmendiyeke serî li ber çanda heyî ya sîstemê netewîne.
Chûck Berry, di mûzîka xwe de Blûes, Rockabîlly û Jazz gihand hev. Di heman demê de bû çavkanî ji gelek komên weke Beatles, Rollîng Stones û Beach Boys re.