Sedema mirina 21 ciwanên li bareke Efrîkaya Başûr çi bû?

Hejmara mirovên ku li bareke bajarê East London ê Efrîkaya Başûr mirin, bû 21 kes.

Di daxuyaniya destpêkê ya polîsên xwecihî de hatibû gotin, li barekê cenazeyên 17 ciwanan hatine dîtin. Li ser bedena ti ji wan jî şopa birînekê tune bû.

4 kesên li heman barê rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan bû 21 kes. Di nava wan de zarokên 13 salî jî hene.

Polîsên xwecîhî sedema mirina komî lêkolîn dikin. Wezîrê Polîsên Neteweyî jî di nav de gelek rayederên payebilind bi lez û bez çûn cihê bûyerê. Gelek ji wan ji morgê bi girî derketin.

Wezîrê Polîsên Neteweyî wiha got: "Dîmenek pir tirsnake. Pir ciwan in. Ji ber ku zarokên 13 û 14 salî ne dema mirov wan li morgê dibîne pir diêşê."

Hate ragihandin ku di nava qurbanan de 13 zarokên kur û 8 zarokên keç hene.

Serokkomarê Efrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa li Elmanyayê beşdarî civîna bilind a G7 bû û sersaxî ji malbatan re xwest.

Ramaphosa diyar kir, ku ev ciwan li cihekî ku kesên reşît nebin nikarin bikevinê kom bûne û anî ziman ku şert û mercên kombûna ciwanan metirsîdare.

Ji bo ku sedema mirinê û şopên narkotîk û jehrî hene an ne bên tespîtkirin, divê otopsî û lêkolînên toksîkolojîk bên kirin.