Saziyên NY’yê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê dan: Sivîlan dikin hedef

Berdevkê Saziyên alîkariyê yên girêdayî NY’yê OCHA Jens Laerke nerazîbûn nîşanî êrîşa dagirker a Tirk da, anî ziman ku dewleta Tirk xeta sînor hemû bi dijwarî bomberdûman dike.

Nerazîbûnên Saziyên Neteweyên Yekbûyî yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Berdevkê Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Jens Laerke fikarên xwe yên li ser operasyona leşkerî ya Tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê anî ziman û nerazîbûn nîşanî operasyonê da.

Berdevk got: “Ji sînorê Tirkiye bigire heta Sûriye û ji Cerablûsê bigire heta Rojavayê Firat û xeta sînorê Iraqê hemû bi dijwarî tê bombekirin. Êrîşên dewleta Tirk li gelek cihan hate piştrastkirin. Raporên tên gelek mirov di nava lêgerîna ewlekariyê de ne.”

Berdevk Laerke diyar kir ku Qamişlo û Kobanê dîsa herêmên din ji ber êrîşê bandor bûye û got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qasî 3 milyon kes lê dijîn. Li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku êrîş raste rast li ser tê kirin nzêî 2,2 milyon kes pêwîstî bi alîkariyên mirovî hene. Li gel vê jî herêmên Qamişlo û Hesekê jî hene. Ev cih jî ji êrîşan bi bandor dibin.

ÛNÎCEF: ÊRÎŞ BANDORÊ LI SIVÎLAN DIKE

Berdevka Neteweyên Yekbûyî ya UNÎCEF a Cenevreyê Marîxîe Mercado agahiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihiştibû ber destan parve kir û got: “Êrîşên esmanî bandorê li jîngehên sivîlan dike. Li Alûk a xwedî nifûseke 400 hezar e, depoya avê hatiye hedefkirin. Ji ber êrîş ev depo nikare bê çêkirin. Li Girê Spî û Serêkaniyê tîên ÛNÎCEF piranî karên xwe dane rawestandin. Li gelek cihên ku êrîş hene bernameya parastina zarokan hatiye rawestandin.

Mercado ya nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da, bang li Tirkiyeyê kir ku rêz ji hiqûqa navneteweyî re bigire.