Derheqê sûcdariyên li bin sîwana saziya alîkariyê ya bi navê SOS Kînderdof Înternatîonal ku navenda xwe li paytexta Ewûstûrya Wiyanayê ye, lêpirsîn hate destpêkirin.
Di daxuyaniyê de ku Dîrektora Giştî ya SOS Kînderdorf Înternatîonalê Elîsabeth Hauser daye, hate ragihandin derheqê îdîaya îstîsmarkirina zarokan a salên 90'î lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hauser diyar kir nexasim dema xebatên parzemîna Asya û Afrîkayê li ser mijara parastina zarokan binpêkirinên giran hene û got li gel ku hin sûcdarkirin ji hêla rayedarên saziya wan ve hatiye zanîn jî derheqê peywirdarên sûcdar tiştek nehatiye kirin.
Tê gotin kesên giliyê îstîsmarkaran kirine 'hatine ekartekirin', bi sedema ku îfadeyên zarokên mexdûr 'biguman' hatine dîtin, derbasî qeydan nebûne.
Li ser sûcdarkirin her wiha binpêkirina mafên sereke ya zarokên hejar jî heye ku saziyê alîkarî dida wan. Li gorî daxuyaniya Elîsabeth Hauser binpêkirinên wiha hene, bi sedmea ku notên wan ên dibistanê ne baş in, nehiştine ku zarok malbata xwe bibînin.
SOS Kînderdorf înternatîonal piştî Şerê Cîhanê yê Duyan hate avkirin, li 13 welatan, 550 yekîneyên wan hene û 40 hezar xebatkarên wan hene. Tê zanîn ku hê jî ev sazî li cîhanê alîkariyê dide 1,2 milyon zarok.
Derheqê saziya alîkariyê sala 2014'an ji bo mieleyên di navbeyna salên 1950-1990'î de yên li Ewûstûryayê gilî hatibû kirin.