Li gorî nûçeya rojnameya Dernîêres Noûvelles d'Alsace (DNA), ji bo mîtînga li salona mezin a bi navê Zenîth, ku Erdogan beriya niha lê axivî bû, AKP'yiyan serlêdan kirine. Rojnameya DNA diyar kir, rayedarên Zenîthê ji AKP'yiyan re ragihandine, ku salona ji bo 26'ê Adarê hatiye xwestin bê kirêkirin, ne vala ye.
ŞAREDARÊ STRASBOÛRGÊ: EZ LI DIJÎ HATINA ERDOGAN IM
Li hemberî van hewldanên Erdogan ên ji bo propagandayê, Şaredariya Metropol a Strasboûrgê nerazîbûn nîşan da.
Şaredar Roland Rîes der barê mijarê de axivî û diyar kir, ew hatina Erdogan bi erênî nabîne.
Rîes got, "Em pê hesiyan, ku 'ekîbên' Erdogan ji bo mîtîngê di çarçoveya kampanya xwe ya referandûmê de pêk bînin, têkilî bi Salona Zenîthê re danî ne. Ez vê erênî nabînim". Rîes destnîşan kir, ku ew weke şexs li dijî hatina Erdogan e.
WÊ SEROKWEZARETÎ Û WEZARETIYA KARÊN HUNDIR BIXE DEWRÊ
Şaredar Ronald Rîes anî ziman, ku wan ev lêgerîna Erdogan û AKP'ê ya ji bo peydakirina salonekê, ji hikûmetê re jî ragihandine.
Rîes got, "Li ser vê mijarê ez li Wezareta Karên Hundir û Matîgnonê (Serokwezaretî) geriyam."
'WEKE ŞAREDARÊ PAYTEXTA MAFÊN MIROVAN, NIKARIM QEBÛL BIKIM'
Şaredar Roland Rîes bibîr xist, ku Strasboûrg malovaniyê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re dike û ew li dij e ku mîtîngeke bi vî rengî li Strasboûrgê bê kirin. Rîes got, "Weke şexsekî, piştî ku gotinên ji Angela Merkel re hatin gotin, ez li dij im ku ew (Erdogan) bê vê derê. Weke Şaredarê bajarê mafên mirovan ez nikarim vê qebûl bikim."