Sanchez dest bi wezîfeyê kir

Serokwezîrê nû yê Spanyayê Pedro Sanchez bi merasîmekê sond xwar û bi rengekî fermî dest bi wezîfeyê kir.

Lîderê Partiya Karker a Sosyalîst (PSOE) Sanchez, doh li Qesra Zaruela ya li nêzî Madrîdê li hizûra Qral Felîpe yê 6. sond xwar û dest bi wezîfeyê kir.

Di merasîma sondxwarinê de yekemcar e Încîl an jî Xaç lê nebû.

Sanchez di hilbijartinên Qanûna 2015'an û Hezîrana 2016'an de bûbû namzetê Serokwezîrtiyê, lê di her du hilbijartinan de jî bi ser neketibû. Sanchez sala 2015'an hewl da bû hikumeta hindikahiyan ava bike, lê Meclîsê dengê pê baweriyê nedabû wî.