Sala 2018'an nêzî 71 milyon mirov koçber bûn

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand, sala 2018'an hejmara mirovên ji cih û warê xwe bûne yekemcar 70 milyon mirov derbas kiriye.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (HCR) li Cenevreyê daxuyaniyek da û diyar kir, sala 2018'an derdora 70.8 milyon mirov ji ber şer an jî zextê neçar man malên xwe yan jî welatên xwe biterikînin.

Hate ragihandin, hejmara penaberan û mirovên ji cih û warê xwe bûne di nava salekê de bi 2 milyon mirovî zêde bûye.

Hejmara mirovên koçber bûn yekemcar 70 milyon mirov derbas kir û gihîşt asta rekorê. Tê texmînkirin ku hejmara rastî zêdetir e.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi diyar kir, daneyên heyî yên global nîşan didin ku rêveçûn ber bi rewşeke nebaş ve ye û rexne kir ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dema li ser pirsgirêkên însanî nîqaş dike nikare helwesteke yekgirtî nîşan bide.

HCR'ê diyar kir, ji bo mirovên her roj neçar dimînin cih û warê xwe biterikînin divê hewldanên alîkariyê zêde bibin.