Sadr 100 roj dem da Serokwezîrê nû yê Iraqê Kazimî

Lîderê Şîa yê Iraqê Muqteda Sadr 100 roj dem da hikumeta nû ya Mûstafa Kazimî ku 6 meh piştî îstifaya Adil Abdulmehdî ava bû.

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî di 29'ê Mijdarê de di encama xwepêşandanan de îstifa kir, piştî 6 mehan hikumeta nû karîbû bê avakirin.

Desteya Wezîran a ji 23 kesî ya ji aliyê berpirsyarê îstîxbarata Iraqê Mûstafa Kazimî ve hate pêşniyarkirin, 16 ji wan ji aliyê parlamentê ve hate pejirandin. Li ser navên ji bo 7 wezaretên din hatine pêşniyarkirin dengdan wê ji nû ve bê kirin.

Hîn hefteyek di ser damezrandina hikumeta nû re derbas nebû, Lîderê Tevgera Sadr ku li parlamentê xwedî hejmara herî zêde ya parlamenteran e Mûqteda El Sadr dem da Serokwezîrê nû Mûstafa Kazimî. Lîsteya Sadr di hilbijartinên 12'ê Gulana 2018'an de bûbû yekemîn.

Bi navê lîderê Tevgera Sadr Muqteda es Sadr daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ji bo Serokwezîrê nû Mûstafa Kazimî reforman bike û bernameya hikumetê pêk bîne 100 roj dema wî heye.