Di 2024’an de kesên bi zorê ji cih û warên xwe bûne bi qasî nifûsa Japonyayê ye

Li gorî rapora 2024’an a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li seranserê cîhanê kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li gorî sala borî derketiye asteke bilind a dîrokî.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Rapora Trendên Cîhanê ya 2024’an eşkere kir. 

Li gorî raporê, heta Gulana 2024’an li seranserê cîhanê hejmara kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne 120 mîlyon kes in û li gorî sala borî rekoreke dîrokî şikandiye. 

Ev zêdebûn li pey hev bûye sala 12’emîn û ev jî encama hem pevçûnên nû û yên berdewam dikin  û hem jî krîzên demdirêj ên nehatine çareserkirin nîşan dide. Ev hejmar nîşan dide ku nifûsa gerdûnî ya jicîhûwarkirî bi qasî nifûsa Japonya ya ku 12’emîn welatê herî mezin ê cîhanê ye.

JI SEDÎ 75 FÎLÎSTÎNÎ JI CÎH Û WARÊN XWE BÛN

Li gorî raporê, yek ji faktorên sereke yên ku îsal hejmarên jicîhûwarkirina bi darê zorê zêde dike, şerê wêranker li Sûdanê bû. Di dawiya sala 2023’yan de 10,8 milyon Sûdanî ji cih û warên xwe bûn. Sala borî jî li Komara Demokratîk a Kongo û Myanmarê bi mîlyonan kes ji ber pevçûnên tund koçber bûn. 

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Fîlîstînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) texmîn dike ku nêzî 1.7 mîlyon kes, ango ji sedî 75 ê nifûsê, ji ber tundûtûjiya wêranker a li Xezeyê ku piraniya wan penaberên fîlîstînî ne. 

Jicîhûwarkirina bi darê zorê ya 13.8 milyon kes li Sûriyê hîn jî  mezintirîn krîza herî mezin a li cîhanê ye.

Di raporê de hat diyarkirin ku dê di sala 2023’yan de li seranserê cîhanê zêdetirî 5 mîlyon mirovên jicîhûwarkirî û zêdetirî 1 mîlyon penaber vegeriyan malên xwe. Di sala 2023’yan de hejmara hatina niştecihbûyî gihîştiye 160,000'î. Rapor di heman demê de analîzek nû li ser krîza avhewa û zêdebûna penaberiyê û bandora li mirovan pêşkêş kir.