Li Îranê hejmara kesên ku diçin mizgeftan kêm bûye

Li gorî rapora kanala nûçeyan a Iran Internationalê ku ji sala 2017’an ve li Londonê ye, wezîrê çandê Mihemed Mehdî Îsmaîlî got ku hejmara kesên ku diçin mizgeftan niha bi awayekî "zêde" kêm dibe.

Mehdî Îsmaîlî got, "Hejmar û îstatîstîkên ku îro der barê mizgeftên aktîf de gelek xerab in. Mizgeftên aktîf ne tenê cihên ku rojê sê caran nimêja cimaetê lê tê kirinin. Xuya ye ku beşeke girîng ji mizgeftên me êdî nikarin vê çalakiya herî kêm berdewam bike."

Ev daxuyanî hevdem bûn bi serdemeke ku jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di Îlona 2022’an de ji ber çarşefa xwe hat qetilkirin û piştre jî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya bêhempa dest pê kir.

Di Sibata 2023’an de Mihemed Ebulkasim Duabî, yek ji melayên sereke yên Îranê ragihandibû ku ji 75 hezar mizgeftên li welêt 50 hezar ji ber kêmbûna zêde ya beşdaran hatine girtin.

Duabî ku yek ji rêveberiya Serokomar Îbrahîm Reîsî ye û ji fakulteyên îlahiyatê yên welêt tê, nîgeraniya xwe li ser encamên vê paşketinê ji bo dewletek ku li ser prensîbên îslamî hatiye damezrandin nîşan da.

Duabî ku di heman demê de endamê civata bibandor a pisporan e, got ku awayê pêkanîna kiryarên Îslamî li Îranê, mirovan ji olê dûr dixe. Duabî faktorên wekî “li ser navê olê biçûkxistina mirovan", "tevlihevkirina têgeh û dersên olî" û "mehrûmbûna mirovan ji jiyaneke xweş û bi navê olê afirandina feqîriyê" ji sedemên kêmbûnê nîşan da.

Îsmaîlî destnîşan kir ku divê herî zêde xebatên çand û hunerî li mizgeftan bên kirin.