Dostê Kurdan Erlîng Folkvord ê Norwêcî wefat kir

Parlamenterê berê yê Norwêcê, endamê Meclîsa Şaredariya Osloyê û dostê Kurdan ê nêzîk Erlîng Folkvord di 74 saliya xwe de li Stockholmê wefat kir.

Li gorî medyaya Norwêcê, Erlîng di çarçoveya projeya pirtûkê ya li ser Kurdistan û Filistînê de li Stockholmê digeriya, roj Înê jiyana xwe ji dest da.
Folkvord li navçeya Levanger a bajarê Trøndelagê ya Norwêcê ji dayik bû. Ew ji salên 1960’î ve di warê siyasî de çalak bû û ji sala 1990 heta 1997 cîgirê serokê Partiya Komunîst a Karkerên Norwêcê bû.

Di sala 1999’an de, ew ji Hevbendiya Hilbijartinê ya Sor ku dawiyê bû Partiya Sor bû meclîsa bajarê Osloyê. Di serdema Partiya Sor de di navbera salên 1993 û 1997’an de parlamenterî kir.

Dema parlamenter bû çû Kurdistanê û ji wê rojê heta nefesa xwe ya dawî ji bo kurdan xebatî, pirtûk nivîsand û lêkolîn kir.

Folkvord ku ji perspektîfên azadiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor bû, pirtûka belgefîlma "Kurdistan: Paşeroj, Gel û Pêşeroj" weşand.

Erlîng Folkvord li Rojava jî pirtûkek bi navê “Kurdên li Rojava ji bo pêşerojeke bê Esad, bê DAIŞ, bê Erdogan têdikoşin” nivîsî. Di Medya Haber û gelek malperan de gelek gotar nivîsandin.

Folkvord ku heta îro 15 pirtûk nivîsandine, herî dawî di çarçoveya projeya pirtûkên Kurdistan û Filistînê de çûbû Stockholmê.