Rûsyayê peymana bêçekbûna nukleer da sekinandin

Serokê Dewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn derbarê bêçekbûna nukleer diyar kir Rûsyayê tevlêbûna xwe ya peymana New Startê daye sekinandin.

Pûtîn di axaftina xwe ya televîzyonê de got “Rûsya tevlêbûna peymana START’ê da sekinandin.”

Pûtîn bang li rayedarên Rûsyayê kir û got heke Washîngton çekên nukleer biceribîne, bila ew jî çekên nukleer test bike.

Ev peyman rê li ber vî tiştî vedike ku DYE û Rûsya li tesîsên leşkerî kontrolan bikin. Ji ber Covîd-19’ê ev kontrol hatibûn sekinandin.

Li gorî rayedarên DYE’yê Rûsyayê her dem kontrolkirina tesîsên nukleer red kiriye.