Rûsyayê li Pasîfîkê tatbîkata şer da destpêkirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku roja Sêşemê li Pasîfîkê tatbîkatên şer ên li dijî keştiyên binê avê û tatbîkatên li dijî êrîşên hewayî jî di nav de, manewrayên xwe yên li ser behrê dane destpêkirin.

LI PASÎFÎKÊ TATBÎKATA ŞER

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ji xeynî nêzî 40 keştiyên şer, botên êrîşê û keştiyan, nêzî 20 balafir û helîkopter tevlî tatbîkatê hatine kirin. Ev tatbîkat “wê di navbera 18-28’ê Hezîranê de li Pasîfîk, Behra Japon û Behra Okhotsk û ava li Rojhilatê Dûr ê Rûsyayê” bidome.

Di dîmenekî de ku ji aliyê wezaretê ve hate weşandin, li Vladîvoskotê hin keştî û keştiyên binê avê tên dîtin ku li ser Derya Japon bi rêk û pêk tevdigerin. Vladîvoskot bendergeha sereke ya Fîloya Pasîfîk a Rûs e.

Li gorî wezaretê “deryavan wê di qonaxên cur be cur de pratîka şerê parastina binderyayî û pratîka êrîşên fuzeyê ya li dijî komên keştiyên dijmin a konvansyonel” û “bersivdana êrîşên droneyê yên hewayî û behrê” bikin.