Rûsyayê leşkerên xwe yên li başûrê Ermenistanê zêde dike

Rûsya li başûrê Ermenistanê li nêzî sînorê bi Azerbaycanê re li du baregehên nû leşker bi cih kir.

Serokwezîrê demkî yê Ermenistanê Nikol Paşinyan diyar kir ku Rûsya ji bo misogeriya ewlekariya zêdetir li du navendên nû yên leşkerî hêzên xwe bi cih kir.

Rûsya li bakur rojavayê Ermenistanê ji xwe xwedî baregeheke leşkerî ye. Piştî operasyona dagirkeriyê ya Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê, Rûsyayê 2 hezar leşkerên xwe bi navê 'misogerkirina aştiyê' li baregeha navborî bi cih kiribû.

Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê, li gorî Paşinyan ku li parlamentê axivî li herêma sînor a Sunikê li baregeha leşkerî ya 102'an du nuqte hatin avakirin.

Paşinyan got, "Ne tenê ji bo Sunikê ji bo Ermenistanê misogeriya zêdetir a ewlekariyê ye."

Sunik herêmeke welê ye ku li rojhilatê wê Azerbaycan, li rojavayê wê Komara Xweser a Nahçivan û li başûrê wê jî Îran heye.