Rûsyayê hişyariya pêkanînan da DYA'yê
Rûsyayê ragihand, ku li hemberî biryara pêkanînên tund ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), zû ya jî dereng wê bersivê bidin.
Rûsyayê ragihand, ku li hemberî biryara pêkanînên tund ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), zû ya jî dereng wê bersivê bidin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di dema serdana Fînlandiyayê de axivî û ji bo biryara pêkanînan a di Meclîsa Nûneran a DYA de hate girtin got, "Li dijî hiqûqa navneteweyî ye." Pûtîn diyar kir, pêkanîn 'îllegal' in.
Pûtîn îdîa kir, ku Rûsya helwesteke bi 'sebir' nîşanî DYA dide û hişyarî da ku ev helwesta wan wê demeke dirêj dewam neke. Pûtîn got, "Zû ya jî dereng em ê bersivekê bidin. Ji ber ku nepêkane ku ev xefleta li dijî welatê me hê bêhtir bê tolerekirin."
Lîderê Rûsyayê, bal kişand ser rexneyên Yekîtiya Ewropayê yên li DYA û anî ziman, ku pêkanîn ne tenê zerarê dide wan. Pûtîn anî ziman, ku bi pêkanînên li dijî Rûsyayê re DYA dixwaze bi zerardayîna li hevalbendên xwe, berjewendiyên Amerîkayê garantî bike.
Elmanya, Fransa û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, nerazîbûneke tund nîşanî pêkanînên DYA dabûn.