Rûsyayê bi tetbîqatê Şerê Sar bi bîra mirov dixe

Rûsyayê ji Şerê Sar û vir ve tetbîqeteke leşkerî ya herî mezin da destpêkirin.

Qesra Kremlînê dema ku teqbîqat kirî got,Rûsyayê, ‘Bi giştî di rewşa agresîf û ne dostane ya qada navnetewî ya berdest de, hêza xwe ya xweparastinê nîşan daye’’.

Rûsya li ser vê tetbîqatê got, ‘’hincetên wê hene, hewce ye û bê alternatîf e’’. Tetbîqatê 11’ê Îlonê dest pê kir. Beşekî mezin ê hêzên leşkerî yên Rûsyayê derkete holê.

Tetbîqat li bajarê  Tchîta yê nêzî sînorê Çîn li rojhilatê Sibîryaya Rojhilat bi beşdarbûna 300 hezar leşker, 36 hezar wesayîtên leşkerî, hezar balafir û 80 keştiyên şer pêk tê. Bi vê rewşê re diyar dibe ku xistina tevgerê ya 100 hezar leşkerî tetbîqata sala 1981 ya leşkerî ya ‘Zapad’ derbas kiriye.

Hate ragihandin ku wê ji artêşa Çînê jî 3 hezar û 300 leşker, 30 balafir û helîkopter beşdarî tetbîqatê bibin. Çîn beriya niha beşdarî tetbîqatên Rûsya ya 4 salan carekê dihate lidarxistin nedibû. Lê herdu welatan ji sala 2003’an ve nêzî 30 tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên astekî kêm de lidarxistin. Ev tetbîqat bi hincetên têkoşîna li dijî terorê, alîkariya rewşa karesatên xwezayî û tetbîqatên deryayî dihatin lidarxistin.

Piştî Şerê Sar lidarxisitna tetbîqata herî mezin a leşkerî tê çi wateyê? Di îtîfaqa Çîn û Rûsyayê de wateya lihevkirinek nû dide îfade kirin? Berdevkê Serokê Dewleta Rûsya Vlademîr Pûtîn Dîmîtrî Peskov bi gotina ‘Di navbera herdu îtîfaqan de di her alî de hevkariya kur’ sînyala lihevkirinê dide. Lê lî gorî analîstan derecekirina vê ‘kurahiyê’ girêdayî Washîngtonê ye. Tê îfadekirin ku çiqas zextên Washîngtonê zêde bibe nêzîkbûna Moskova û Pekîn ê jî ewqas zêde dibe.

Berdevkê NATO Dylan Whîte tetbîqata leşkerî wiha pênase dike; “Amadekariya Rûsya ya ji bo  şerekî mezin.”