Rûsyayê berê hemû îxracata xwe ya petrolê da Asyayê

Aleksander Novak ê Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê ku berpirsê enerjiyê ye diyar kir ku wan petrola xwe hema bi tevahî firotiye Çîn û Hindistanê kiriye û got, dahata ixracatê nêzî ya sala 2021’an e.

Li gorî Aleksander Novak, Rûsyaya ku ji ber şerê Ûkraynayê bi gelek cezayên welatên rojava re bi taybetî bi cezayê hîdrokarbonan re hatiye hedefgirtin û êdî niha ji sedî 45 û 50’yî  petrola xwe dide Çînê û ji sedî 40’î jî dide Hindistanê.

Novakî di axaftineke xwe ya li ser televizyona Rûsî a bi navê Rossîa 24’ê de diyar kir ku wan beriya niha ji sedî 40 û 45’ê îxracata petrol û berhemên petrolê li gel Ewropayê dikir û li gorî wan heya dawiya salê ev rêje wê dakeve heya ji sedî 4 û 5’an.

Novakî got ku tevî astengiyên dewletên rojavayî jî ku dixwazin bihayê petrola Rûsyayê kêm bikin, kompleksa enerjî û petrolê heya sala 2023’yan jî bi awayekî serkeftî pêş ketiye.

Berpirsê enerjiyê got: "Gelek welat dixwazin petrol û berhemên petrolê yên Rûsyayê bikirin. Ev welatên weke Amerîkaya Latîn, Afrîkayê û welatên din ên Asyayê ne."

Li gorî Novakî dahatên petrolê û xaza Rûsyayê wê îsal nêzîkî 9 hezar milyar rubleyî (nêzîkî 88 milyar ewro) be. Ev yek jî nêzîkî nirxên 2021’an e ku beriya sala 2021’an tu ceza li ser petrola Rûsyayê tune bûn.

Rayedarê Rûsî anî ziman ku endustriya hîdrokarbonê ji sedî 27’ê GSYH’ya Rûsyayê pêk tê û firotina wê jî ji sedî 57’ê îxracata giştî ya Rûsyayê pêk tîne.

Di dawiya Mijdarê de Rûsyayê li gel Erebistana Siûdî û hin welatên din ên OPEC’ê ji bo zêdekirina bihayê petrolê biryar dabûn ku hilberîna petrolê kêm bikin. Vê yekê jî rê li ber zêdebûna dahata Moskowayê ya di firotina hîdrokarbonê de vekir.