Rûsya wê stasyona xwe ya fezayî ava bike

Rûsyayê ragihand ku nêta wan heye, heta sala 2025'an stasyona xwe ya fezayî ava bike.

Serokê Ajansa Fezayî ya Rûs (Roscosmos) Dmitri Rogozin li ser Telegramê daxuyaniyek da û got, "Ji bo stasyona Rûs a li dorhêla cîhanê, modula bingehîn a destpêkê tê çêkirin." Rogozin got, "Armanc ew e ku heta sala 2025'an amade be ji bo ber bi fezayê bê şandin."

Alîkarê Serokwezîrê Rusyayê Yuri Borisov roja Yekşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû, ku ji bo giraniyê bidin ser avakirina stasyona xwe ya fezayî, Moskowa wê ji sala 2025'an û pê ve xwe ji Stasyona Fezayî ya Navneteweyî vekişîne.

Lê belê Roscosmosê ji AFP'ê re ragihand ku ji ber rewşa teknîkî ya stasyonê wê biryarê piştî sala 2024'an werbigirin.

Moskowa îdîa dike ku Stasyona Fezayî ya Navneteweyî bi modulên xwe yên heyî, 'di pratîkê de temenê xwe tijî kiriye'.